‘Banga Ocalan ji bo Sûdanê û gelek welatan jî derbasdar e'

Rêvebera Rêxistina Hêzdarkirina Jinan a Kayan, Meriyem Ehmed piştevaniya xwe ji banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir û got: "Bang ji bo Sûdan û welatên ku ji şer bandor bûne jî derbasdar e."

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Rêvebera Rêxistina Hêzdarkirina Jinan a Kayan û penabera Sûdanî ya ku li Oxande dimîne, Meriyem Hemêd Ehmed banga beşdarbûna ji banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku di 27'ê Subatê de kiriye, kir da ku dengê komên paşguhkirî were bihîstin. Her wiha Meriyem Hemêd Ehmed rexne li paşguhkirina jinan di danûstandinên aştiyê de kir.

*Di civakên ku ji şer û pevçûnan westiyayî ne, weke Filistîn, Sûriye, Yemen, Sûdan û yên din, gelo bêdengkirina guleyan ji bo axaftina li ser aştiyê bes e? Ev çawa dikare bi dest bikeve?

Sûdan ji sala 2003'an vir ve, ji dema ku krîza Darfurê dest pê kir û heta bûyerên Nîsana 2015'an berdewam kir. Van şeran bandorek kûr li jiyana jinan kirin, mafên wan binpê kiriye û bûye sedema windakirina hejmareke mezin ji mirovan. Hêvî dikin ku Sûdan dê aştiyeke rastîn bijî ku bi dengê guleyan neyê têkbirin û ew aştiyeke mayînde be ku jin tê de bi xurtî beşdarî biryardayînê bibin. Ez bi ezmûnên Sûriye û Yemenê dizanim û bi jin û çalakvanên ji wir re têkilî heye. Ji ber bêdengiya jin û ciwanan gelek şaşîtî çêdibin. Min fêm kir ku gelek xeletî ji ber bêdengiya dengê mirovan, bi taybetî jin û ciwanan, çêbûne. Ji ber vê yekê, aştiya bingehîn rê ye; aştiyek ku jin, ciwan û hemû kesên ku ji şeran bi bandor bûne vedihewîne.

 *Aştî gelek caran wek armanceke siyasî tê pêşkêşkirin lê demokrasiya beşdar di avakirina aştiyeke rastîn de ku zordariyê ji nûve çênake çi rolê dilîze?

Demokrasiya beşdarvanî dihêle ku em aştiyeke dadwer û berfireh ava bikin, ji ber ku ew hemû komên paşguhkirî yên di civakê de, bi taybetî jin û ciwanan dihewîne. Ev cure aştî ne navendî ye, lê li ser esasê rastî û daxwazên gel derdikeve. Em jinên Sûdanî ku ji welatekî ji ber şer hatiye parçekirin tên, me ajandayeke femînîst bi pêş xistiye ku hewcedarî û armancên me weke jinan nîşan dide. Lê vê ajandayê riya xwe negirtiye nava ajandaya danûstandinên siyasî. Ji ber vê demokrasiya beşdar tê de cih digre.

*Li gorî we çima hêzdarkirina jinan şertê avahîsaziyê ye ji bo civakek demokratîk û ne tenê meseleyek wekheviya qanûnî ye?

Li Sûdanê ji şerê 15'ê Nîsanê ve, jin tên hedefgirtin. Yekem doza tecawizê hat belgekirin. Li gorî raporên mafên mirovan, nêzî 8 hezar jin rastî tecawizê hatine her wiha bi hezaran jin bê hevjîn mane û malbatên xwe winda kirine. Tu civak bêyî jinan nikare bi pêş bikeve lê dema ku dor tê ser danûstandin û biryardanê, ew pir caran ji ber zihniyeta serdest a mêr-serdest ku jinan ji perspektîfek kevneşopî û nizmtir dibîne, tên paşguhkirin. Em jinên Sûdanî yên ku ji şer û pevçûnan hatine dinyayê, ji bo çêkirina vîzyon û rojevên ku yên me îfade dikin xebitîne, lê ew nehatine pejirandin an jî di pêvajoyên siyasî de nehatine entegrekirin. Ji ber vê îro em beşdariyeke rastîn û bibandor dixwazin.

*Di nav têkçûna modelên neteweperest de ku cihêrengiyê bi cih bînin, rêbaza neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêber Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin weke vîzyonek cuda derdikeve pêş. Ev têgeh çawa dikare bi pirrengiya mezhebî û etnîkî ya li Rojhilata Navîn û Afrîkayê re hevaheng be?

Ramanên Abdullah Ocalan ne bi erdnîgariyeke taybetî ve girêdayî ne, vîzyonek berfireh pêşkêş dike ku di gelek rewşan de tê sepandin. Gere em vê vîzyonê li ser rastiya welatên mîna Sûdanê ku ji şer û dabeşbûnê êşê dikşînin bi cih bînin. Em dibînin ku jinan di pêşengiya însiyatîfên civakî de cih girtine. Eger em li sepandina wê li Sûdanê yan jî li deverên paşguhkirî, heta li Afrîka û Rojhilata Navîn binêrin, em ê bibînin ku em dikarin wê li civakên xwe bi cih bînin û mirov dikarin dest bi xebatan bikin, bi taybetî li ser jinan.

*Pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Ocalan vê dawiyê daye destpêkirin, hûn çawa dinirxînin û çi ye ku wê dike projeyek rizgariyê ya berfireh?

Tiştê ku vê vîzyonê dike projeyek rizgariyê ya berfireh ew e ku ji prensîbeke bingehîn derdikeve ango hêza civakê bi hêza jinan dest pê dike û azadiya wan bingeha bidestxistina jiyana sivîl a bi rastî demokratîk e. Bidestxistina veguherîna sivîl a demokratîk modelên guncaw hewce dike. Avakirina aştiyeke rastîn bi hewldanên jinan dest pê dike, xwe dispêre enerjiya ciwanan û beşdariya tevahiya civakê dihewîne. Ev yek pêwistî bi çareserkirina kokên krîzê dike ku yek ji sedemên sereke yên destpêkirina şer bû. Li vir girîngiya demokrasiya beşdar derdikeve holê.

*Li gorî we, jinên Sûdanî divê di însiyatîfên çawa de cih bigrin ji bo banga "Aştî û Civakeke Demokratîk" pêk bînin û bixin meriyetê?

Li gorî min ev vîzyon gaveke pir baş e û dikare bi awayekî rastîn li ser civaka Sûdanê were sepandin. Niha em dibînin jinên Sûdanê, di rêxistinên jinan ên çalak de cih digrin. Di navbera 10 û 12 komên jin de hene ku di çarçoveyên cuda yên Sûdanê de dixebitin. Ev kom ji bo tevgereke jinan ku dikare destpêşxeriyên bihêz û bi bandor bide destpêkirin, naverokek rastîn pêk tîne.